FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehadet û birîndarbûna bi sedan filistîniyan li “meş û rêpîvana mezin a mafê vegeryanê“

Li encama êrişa siyonîstan ser beşdarên `meş û rêpîvana mezin a mafê vegeryanê` li zîvala Gazayê herî kêm 7 filistînî şehîd bûn û 550 kes jî birîndar bûn.

 Filistîniyên  rûniştiyê zîvala Gazayê îro, 30 Adarê  li roja erdê, meş û rîpîvana  bi aşitî ya mafê vegeryanê destpê kir û li zîvala  Gazayê tev  Filistîna  dagirbûyî  kombûnek birê xistin.

Li gorî rapora Fars News, Wezareta tendurustiyê ya Filistînê raghand ku halê deh kes ji birîndaran xirab e.

Beşdarên vê merasimê bi rakirina  alayên Filistînê ser mafê vegeryana  awareyên  filistînî bo welatê xwe teqez kirin û  destdirêjiya dijminê siyonîstî ji wan tevkujiya Filistîniyan,desteserkirina  wan û plana  cihûkirina Qudsê û mizgevta  Eqsayê şermezar kirin.

Hejmareke zêde  ji rêberên  Hamasê ji wan Yehya El-Senwar, rêberê tevgera Berxwedana  Îslamî ya Filistînîya Hamasê li zîvala Gazayê  beşdarê vê meşê bûn. El-Senwarê got: Emê bi zûirkê vegerin welatê ku  bi zorê hatiye dagirkirin.

Îsmaîl Henye, serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê jî li axiftina xwe li nava  xwenîşanderên filistînî li zîvala Gazayê raghand ku gelê Filistînê ji ber Qudsê û mafê vegeryanê, cardinê dê însiyatîvê bigrin destê xwe.

Xwenîaşnderên li zîvala Gazayê, agir berdan wêneyên  Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî û Donald Trump serokkomarê Emerîkayê

Başa dön tuşu