IraqNûçeRojhilatanavin

Li ser budceya 2018an civîneke girîng pêk tê

Parlamenterê Xrîstiyan ê Parlamentoya Iraqê Îmad Yohanna ragihand ku di 48 saetên bê de Serokkomarê Iraqê, serokwezîr û serokê Parlamentoyê wê li ser budceya 2018an bicivin.

Îmad Yohanna ragihand ku ev hevdîtinê wê beriya civîna ku wê roja Çarşemê li ser budceya 2018 bê kirin, pêk were.

Yohanna axaftina xwe wiha domand: ‘Eger di vê hevdîtina serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê de rêkeftinek çê bibe, ev wê ji bo pesendkirina aliyên siyasî were pêşkêşkirin.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu