Genel

Pêşwaziya Îranê ji rêçareyên siyasî bo qeyranan

Alîkarê beşa erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê got: Komara Islamiya Îranê ji rêçareyên siyasî bo qeyranan pêwaziyê dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hisên Emîrevdilahiyan alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê şeva buhurî li hevdîtina tev rêvebirê ajansa fermî ya nûçan a Mexribê (MAP) û kardarê vî welatî li Têhranê desnîşan kir ku devera Rojhilata Navînê bi gellek qeyranan ra ji wan bi zêdegavî, têrorîsm û destwerdana berfire ya biyaniyan ra rûbirû ye ku ev qeyran tenê divê bi destê welatên navçê bixwe bên safîkirin.

Emîrevdilahiyani her wiha got: Komara Islamiya Îranê qet hez nake li Sûriyê şerê biwekalet hebe û têrorîst Bişar Esed serokomarê qanûnî yê Sûriyê sernixûn bikin.

Emîrevdilahiyani her wiha got: Misteşarên îranî li gorî daxwaza dewleta Sûriyê jibo piştgiriya ji vî welatî li şerê dijî têrorîsmê, parastina ewlehiya netewî û xetera hebûna Rêjîma Siyonîst li Sûriyê bi cih bûne.

Emîrevdilahiyanî her wiha anî ziman ku Komara Islamiya Îranê tu wexta karekî dijî neyarên Esedê serokomarê Sûriyê nake û heta jibo bihêzkirina wan hewl dide ku wan di pêşeroja Sûriyê da rola xwe hebin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişande ser nakokiyên niha di navbera Îran û Erebistanê li bara meseleyên navçê da û hêvî kir ku peywendiyên her du welatan asayî bibin û dosiyayên navçê ber bi rêçareyên siyasî va herin.

Xelîl Haşim Idrîsî rêvebirê ajansa fermî ya nûçan a Mexribê jî di vê hevdîtinê da got: Li gorî hêza zêde ya Îranê li muzakirê, gellek derfet jibo çareserkirina qeyranên deverê hene û di vê navberê da Mexrib dikare rola navbeynkariyê jibo lihevnêzîkirina nêrînan bilîze (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu