CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Di navbera şivan û cotyaran de şerekî mezin: 86 kuştî

Li welatê Efrîqeya Navîn li Nîjeryayê di navbera şivan û cotyaran de şerekî mezin derket. Di encama şer de herî kêm 86 kes hatin kuştin.

Berdevke polîsê eyaleta Plateauyê Tyopev Terna di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Dawiya hefteyê li 11 gundên eyaletê di navbera şivan û cotyaran de şer derket, di encama şer û pevçûnan de 86 hemwelatî hatin kuştin.”Tyopev Terna di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Di pevçûnan de 6 kes birîndar bûn, ji xeyrî 50 avahiyî, 15 motorsiklet û 2 wesayît jî hatin şewitandin. Li eyalete ji ber şer û pevçûnan du hefte Rewşa Awarte hat ragihandin.”

Li herêmê gelek caran di navbera şivan û cotyaran de şer û pevçûn diqewimin. Herî dawî 4 roj berê dîsa di navbera herdu aliyan de şer derketibû 5 kes hatibûn kuştin.

Fulaniyên ku ji bo pezê xwe biçêrînin koçî başûrê welat dikin, cotyaran bi êriş û diziya pez sûcdar dikin.

Başa dön tuşu