IraqNûçeRojhilatanavin

Parlimanterê Komela Îslamî li parlemana Iraqê: Para kurdan ji bûdca Iraqê hatiye zêdekirin

Parlimanterê Komela Îslamî li parlemana Iraqê raghand ku piştî guherînên li pêşnumaya bûdca 2019` an a Iraqê, para kurdan ji wê bûcê hatiye zêdekirin.

Ehmed Hacî Reşîd li gotûbêja bi malpera  nûçan a  Xendanê re ragahnd ku komîta taybet a  desteya wezîran a Iraqî hela hê guherîn û venihêrînên  li pêşnumaya  bûdca 2019`an  a vî welatî tam kuta nekirine lê hin guherîn li vê pêşnumayê hatine kirin û para kurdan jî zêde bûye.

Parlimanterê Komela Îslamî ya Kurdisrtanê her wiha got ku hîn asta guherîna li para  bûdca Herêma Kurdistanê ji bûdca 2019` an  a Iraqê kivş nîne lê eşkere ye ku ev para guheriye û hatiye zêdekirin.

Wî texmîn kir ku gotûbêjên dawiyê li bara bûdca 2019`an  vê hefttiyê dê bên kirin û bûdca  serastbûyî bona hilkolandin û pejirandinê raberî parlemana  Iraqê bibe ji ber ku  li gor gotina wî paşdexistina zêdetir ji vîya bo pejirandina  bûdcê neqanûnî ye.

Başa dön tuşu