NûçeRojhilatanavin

Di qezaya trenê ya ku li Karaçiya bajarê Pakistanê qewimî da 17 kes mirin

Berdevkê Rêhesinên Pakistanê Nasir Nazîr daxuyanî da û diyar kir li dervayê bajêr ji ber ku trenekê ji paş va li treneke din xist qeza pêk hat û di encamê da 17 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Ekîbên alîkariya ewil ên ku gihîştin cihê bûyerê jî destnîşan kirin ku di nav kesên can dane da 2 jin û zarokek jî heye. Hat gotin ku ji birîndarên rakirin nexweşxaneyê rewşa 5 kesan pir xedar e.

Ji ber ku binesaziya rêhesinên Pakistanê têr nake pirî caran tren li hev diqelibin û qeza pêk tên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu