CîhanNûçe

Di şewata li Amerîkayê de hejmara miriyan zêde bû

Di şewata daristanê ya ku li eyaleta Tennesee ya Amerîkayê rû da de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşt 7 kesan.

Hate ragihandin ku di şewata ku li Parka Siruştî ya Çiyayên Great Smoky destpê kiriye de, hejmara kesên can dane gihîştiye 7 kesan. Şewatê bandor li ser qadeke 6 hezar hektaran kir ku 300 avahî li Gatlinburgê bi giştî 700 avahî di bin tesîra şewatê de xisar dîtin.

Hat ragihandin, li bajarokên Gatlinburg û Pigeonê ku herî zêde şewatê li wan bandor kiriye nêzî 50 hemwelatî birîndar bûn.

Serokê Hawarçûna Agirkujiyê yê Gatlinburgê Greg Miller daxuyakirin ku ji sedî 10ê şewatê hatiye kontrolkirin û metirsiya belavbûna şewatê heye. Hêjayî bîrxistinê ye di encama şewatê de ji ber şewitîna daristanê metirsiya hezazê zêde bûye li herêmê ku bandorê li ser xebatên rizgarkirin û kontrolkirina şewatê jî dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu