ÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemed Cewad Zerîf: Fermana dijî koçberiyê ya Trump cihê şermê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf berbanga îniyê fermana dijî koçberiyê ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bêşermî û dijayetiya kor da zanîn.

Dîwana Bilind a Amerîkayê roja duşemiyê rêda Donald Trumpê serokomarê vî welatî ku hin beşên fermana xwe ya dijî koçberiyê cih bîne ku armanca wê sînordarkirna sefera welatiyên şeş welatên misilman yanê Îran, Sûriye, Yemen, SDomalî, Lîbî û Sûdanê bo axa Amerîakyê ye.

Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê di mehên çile û Adara 2017`an bi îdiaya şerê dijî têrorîsmê fermanên xwe yên dijî koçberioyê li bara qedexetiya hatin awelatiyên van şeş welatên îslamî bo axa Amerîkayê da ku ev fermana heta niha tûşî dijberiya dadwertên amerîkî li parêzgehên cûrbicûr hatiye û hatiye rawestandin.

Li gorî baweriya gellek ji karzanan, xala balkêş li fermanên dijî koçberiyê yên Trump, nebirinaa navên Erebistana Siûdî û welatên hevpeymanê Riyaz û Waşîngtonê wek piştgirêîn herî sereke yên têrorîstan li navçeya Rojhilata Navînê ye. Trump vê dawiyê bi sefera bo Erebistanê hin biryarname bi bihayê zêde ji 400 miliyar dolarî tev vî welatî wajo kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu