BehreynNûçeRojhilatanavin

Piştrastkirina cezaya 9 salên hewsê jibo şêx Elî Selman

Berpirsên dadweriyê yên Rejîma Alê Xelîfê jibo serokê civata herîmezin a siyasî ya dijberê Behreynê re 9 salan hews birîn.

 Li gorî rapora malpera nûçan a El-Neşreyê ya Lubnanê dadgeha  Rejîma Alê Xelîfê îro tawanên  derew li dijî şêx Elî Selman sekreterê giştî yê civata  Îslamî ya El-Wifaqa Neteweyî ya Behreynê piştrast kir û jêre 9 salan zindan birrî.

Bi Sedan kes ji xelkê Behreynê êvara yekşemiyê li navça  El- Derazê jibo piştgiriya ji şêx Elî Selman xwenîşandan bi rê xistin.

Şêx Elî Selman Kanûna 2014an  piştî çend axiftinan ku têde  daxwaza reformên siyasî li Behreynê kiribû hat girtin.

Rejîma Alê Xelîfê  Hezîrana 2015an jibo şêx Elî Selman bi tawana  tiştê ku  weke îhaneta li wezareta karên hunidr a Behrweynê û handana  xelkê vî welatî jibo binpêkirina qanûnê û guhertina  nizama serdset hat zanînê 4 salan zindan birî.

Dadgeha  venihêrînê ya Behreynê lê li 30 Gulana 2016an  hukam  zindana şêx Elî Selman 9 salan zêde kir.

Wezareta dadweriyê ay Behreynê jî li 14 Hezîrana 2016an  xebata civata  El-Wifaqê rawestand û piştî wê dadgeha bilind a Behreynê li 17 Tîrmeha  buhurî koma herî mezin a  dijberê Rejîma Alê Xelîfê hilweşand û fermana  zevtkirina  mal û milkên wê da.

Xelkê Behreynê ji sala 2011an  bi lidarxistina  nerazîbûnên  biaşitî daxawza wêdeçûna  Rejîma Alê Xelîfê û azadaiya zindaniyên siyasî dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu