NûçeCîhanEwropa

Di teqîna li kargeheke parastinê de li Sirbîstanê birîndar bûn

Televîzyona Sirbî ragihand ku du karkerên jin roja Duşemê di teqînekê de li kargeha berevaniyê ya “Krusic” li bajarê Valevo li rojavayê Sirbistanê birîndar bûn.

Televizyonê destnîşan kir ku jineke karker a 40 salî ji ber teqîna kapsula Ka-34 di destê wê de bi giranî birîndar bûye û diyar kir ku ew rakirine nexweşxaneya bajêr. Karkerê duyemîn jî li nêzî cihê teqînê rawestiyabû û bi giranî birîndar bû.

Niha jî derbarê rewşa qezayê de lêpirsîn tê kirin. Kargeha Krucik a li Valevoya ku 100 km dikeve başûrê rojavayê paytext Belgradê, yek ji mezintirîn kargehên parastinê yên welêt e.

Başa dön tuşu