NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi dehan endamên DAIŞ`ê li rojavaya Sûriyê hatin kuştin

Artêşa Sûriyê roja duşemiyê ragihand: 25 kes ji endamên koma terorîst a DAIŞ`ê di encama pevçûna digel leşkerên vî welatî de li parêzgeha Humsê hatine kuştin.

Li gorî ragihandina artêşa Sûriyê, hêzên sûrî herwiha karîn gellek çek û madeyên teqandinê yên DAIŞ`ê îmha bikin.

Çavkaniyên leşkerî yên Sûriyê, herwiha ragihandin: Hêzên artêşa vî welatî êriş birine ser cihê kombûna serkirdeyên koma terorîst a Cibheya Nusrê li bajarê El Restena li parêzgeha Humsê jî û hejmarek ji wan kuştin.

Roja yekşemiyê jî hêzên artêşa Sûriyê êriş birin ser kombûna terorîstan li başûrê parêzgeha Humsê ku di encama wê hejmarek terorîst  hatin kuştin yan jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu