CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Dijayetiya Çînê digel boykotên Amerîkayê li dijî Îranê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê careke din dijayetiya Pikenê digel sepandina boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî nifta Îranê ragihand.

Li gorî rapora Fars Newsê, Geng Şivang, Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê roja Çarşemiyê got: Piken tevî ragihandina dijayetiya xwe ji boykotên yekalî yên dewleta Amerîkayê li dijî Îranê, ji Waşîngtonê dixwaze ku “Kiryarên Şaş” pêk neyne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Çînê her wiha got: Piken ji “Mafên xwe yên Rewa” li hemberî Amerîkayê berevaniyê dike.

Dewleta Amerîkayê di dewama kiryarên xwe yên dijminane li dijî Îranê ragihand: Miafbûna ji ber boykotan jibo muşteriyên nifta Îranê dê dirêj neke; Lê tecrubeyêîn mehên dawî û hevrêtînekirina welatên cîhanê digel siyasetên Amerîkayê nîşan da ku ev welata dê nema armancên xwe bi dest bixe,.

Başa dön tuşu