CîhanEwropaNûçe

Kûbayê tawanên Emerîka û Guwaydo red kirin

Dewleta Kûbayê tawanên Emerîka û serkirdê dijberên dewleta Venezuelayê li bara mudaxila Hawanayê li karûbarên vî welatî derew û buxtan dan zanîn.

 Li gorî rapora France Press`ê, dewleta Kûbayê roja duşemiyê li daxûyaniyekê raghand ku bi micidî nûça pûç û bêbingeh a Emerîkayê derheq  bicihbûna 20 heya 25 hezar eskerên Kûbayî li Venezuelayê red dike.

  Dewleta Kûbayê her wiha got ku Hawana mudaxilê li karûbarên  navxweyî yên Venezuelayê nake her wek ku Karakas mudaxilê li karûbarên navwxeyî yên Kûbayê nake, lê di navbera Kûba û dewleta Nîkolas Madûro serokomarê qanûnî yê Venezuelayê de yekitiya siyasî û baweriyê ya qahêm heye.

 Hawana, armanca Waşengtonê ji tawanên bi vî rengî, şopandin û pînekirina armancên  destdirêjkirane yên xwe li dijî Venzuelayê raghand .

 Xuwan Guwaydo serkirdê dijberên  dewleta Venzuelayê roja duşemiyê bi vê îdiayê ku hin endamên serwîsên îstixbaratî yên Kûbayê beşek ji dezgeha hakimiyeta Venzuelayê ne û îdia kir ku Hawana peywirdariyeke  nezelal li Venzuelayê cih tîne.

Başa dön tuşu