NûçeRojhilatanavin

Dijberiya digel pişkdariya hêzên biyanî li Prosa azadiya Mûsilê

Sekretirê giştî yê Saziya Bedra Iraqê dijberiya xwe digel pişkdariya hêzên biyanî li prosa azadiya Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî ragihand.

Li gor rapora îro sêşemê ya telivîzyona El-Meyadîn, Hadî Amirî Sekretirê giştî yê Saziya Bedra Iraqê ragihand; heqê tu hêzekî biyanî tune ku pişkdariya operasiyona azadkirina Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî bikin.

Hadî Amirî destnîşan kir; Piştevaniya hewayî ji hêzên iraqî jî pêwîste ku ser îzna dewleta Iraqê be lê tu hêzekî amerîkî ya yên welatên din heqê pişkdariya li vê operasiyonê tune.

Hadî Amirî Sekretirê giştî yê Saziya Bedra Iraqê destnîşan kir; Gelê Iraqê bi xwe ew karayiya sekinîna li hemberî terorîstên DAIŞ’ê û derxistina wan ji welêt hene û hêzên gelanî yên Iraqê dê Hewîce û Felûcê jî ji destê terorîstan azad bikin.

Hêzên Iraqê niha li halê amadebûnê dane ji bo destpêkirina operasiyona azadiya bajarê Mûsilê ku ji Joena 2014 ketiye destê terorîstan. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu