AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Dijberiya parlemanterên iraqî li hemberê zorbêjiyên Tirkiyê û hebûna hêzên vî welatî di nav Iraqê de

Parlemanterên iraqî dîsa derheq hebûna hêzên Tirkiyê di nav axa Iraqê bertek nîşan dan û xewstin Tirkiyê ji ber zorbêjî û dagîrkirina parek ji axa Iraqê were sizakirin.

Parlemanterê Fraksiyona Bedir li parlemana Iraqê de Rezaq Heyderî li gotûbêja bi nûçegihanê ajansa nûçeyan a Farsê re Tirkiye û Erebistan sebebkarên sereke yên aloziyan û teyfexwaziya siyasî li Iraqê da zanîn û ji dewleta Bexdayê xwest Enqerê ji ber mudaxileya li karûbarên Iraqê li warê aborî siza bike.

Heyderî herwiha got ku rejîma Siûdî jî li hemberî Iraqê siyasetên Tirkiyê dişopîne û rayedarên vê rejîmê tev rayedarên tirk dixebitin agirê şêr li Iraqê gurr bikin û bêserûberî û aloziyê li Iraqê de belav bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu