IraqNûçeRojhilatanavin

Dijberiya Seyyid Emar Hekîm li hember siyasîkirina seferberiya gelanî ya Iraqê

Li gorî rapora Someriye Newsa Iraqê, Seyd Emar Hekîm serokê partiya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê roja  yekşemê got: Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nabe bînin nav  kêşeyên siyasî û tawanbarkirina Heşda Şeibî bi terorîzmê, ji ber hîn pîvanên newekhev e ku bi mehaneyên nemaqûl tên hilêxistin.

Emar Hekîm  her wiha diyar kir: Iraqê hewcetî bi rêberên  neteweyî yên serbixwe û negirêdayî li partî û grûpan jibo  lîsteyên hilbijartinê heye.

Hekîm bal kişand ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlemanî li dema qirarkirî û ser avakirina bereya neteweyî ya piştgiriya ji Yekitiya Iraqê teqez kir.

Serokê partiya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê, daxwaza yekitî û yekperçetiya xelkê, parastina yekperçetiya erdê û avedankirina bajarên azadbûyî ji bin lepên  DAIŞê kir û got: Divê hewldanên eskerî bibin weke hewldanên  ewlehiyê ji ber ku hizra fanatîzmê hîn jî heye.

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê duh çû yek ji navendên  belavkirina  kartên  hilbijartina parlemana Iraqê  û li wir destnîaşn kir: Berûvajiya  hin  gotinên derûdorên siyasî, ev hilbijartin di dema qirarkirî yanê 15 Gulana 2018`an  were li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu