ÎranNûçeRojhilatanavin

Dijminên dervenavçeyî li dû tevlihevkirina başûrê rojhlata Îranê ne

Destyar û rawêjakrê derecebilind ê rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li karên leşûkerî got: Dijminnê dervenavçeyî li dû rêvebirin û tehrîkirina hin welatên ereb ji bo destwerdan û pêkanîna tevliheviyê li navçeyê ne.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, serleşkerr Pasdar, Yehya Rehîm Sefewî destyar û rawêjkarê derecebilind ê rêberê giranqedr ê Inqilaba islamî li karên leşkerî dema seredana biryargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipaha pasdarên Inqilaba islamî li başûrê rojhilata Îranê her viha got: Dijminnê seranavçeyî wek Amerîka û Rêjîma Siyonîst li dûhandan û pîjkirina hin welatên erebî ji bo destwerdan û pêkanîna nearamiyê li navçeya başûrê rojhilata Îranê ne ku bi hişiyariya sazî û rêxistinên ewlekariyê û amadetiya hêzên Sipahê pasadrên Inqilaba Islamî heta niha pûç bûye.

Serleşker Sefewî tevî dayîna hişiyariyê li bara ihtimala şerxwaziyê li navçeya rojhilata Îranê, got: Amadetiya ji bo operasiyonê ji bo sekinîna li hemberî cûreyên şerxwazî û bêewlehiyê, diyarkirina kokên bêewlehiyê li navçeyê û guhertinên stratejiya dijminan pirr girîng e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu