NûçeRojhilatanavinSûriye

Dijwarbûna pevçûnan li Helebê

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku pevçûnên giran di navbera hêzên artêşa Sûrîyê û têrorîstan da li Helebê derketine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, çavkanîyên meydanî li Sûrîyê ragihandin ku îro danê êvarê di navbera hêzên artêşa Sûrîyê û têrorîstan da li beşa rojhilata bajêroka Menîyanê li rojavaya Helebê da pevçûn derketîye lê li bara telefatên vê pevçûnê hê tu raporek nehatîye weşandin.

Hêzên artêşa Sûrîyê karîn ku avahîyên xelk di wan da rûdinên li bajêroka Menîyan paqij bikin.

Balafirên cengê yên Ûrsêtê jî îro êrişên ser rêkên gîhandina alîkarîyan bo têrorîstan ji parêzgeha Helebê li bakûra rojavaya Sûrîyê ber bi Helebê dijwar kirin.

Têrorîstên ku li rojhilata Helebê asê bûne îro jî taxa Heleba Nû dan ber hawanan.

Artêşa Sûrîyê li Dêrezorê li rojhilata vî welatî jî êrişî têrorîstên derdora balafirgeha serbazî ya vî şarî kir û di encamê da hejmarek j iwan kuştin.

Hêzên çekdar ên Sûrîyê îro tonêleke 45 mêtrî ya DAIŞ`ê li taxa Erfî ya bajarê Dêrezorê têk birin.

Wezareta berevanîya Ûrsêtê jî îro ragihand ku nimûneyên ku li bajarê Helebê kom kirine nîşan didin ku têrorîstan sîlehên kîmyewî li vî şarî bikar anîne.

Wezareta berevanîyê ya Rûsîyê ji sazîya zêrevana navnetewî li warê qedexeya sîlehên kîmyewî xwest ku taximekê bişîne Heleba Sûrîyê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu