ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Dilgiranîya Îranê ji ber dewama opêrasyona serbazî ya Tirkîyê li Sûrîyê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Iskamî ya Îranê ji ber bicihbûna serbazên Tirkîyê û dewama opêrasyona serbazî ya vî welatî li axa Sûrîyê dilgiranîya xwe nîşan da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî pêkutî kir ku divê hemî welat rêzê li mafê serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê bigirin û got: Herçend ku têkoşîna li hemberî têrorîsmê û hewldana jibo parastina istiqrar û ewlehîya navçê esaseke bêveger û girîng li sîyaseta derve ya welatên aştîxwaz ên navçê ye lê, ev mijara nikare û nabe bibe pînekirin û rewanîşandayînek jibo binpêkirina yekeperçetîya axê û lidarxistina opêrasyona serbazî li axa welatekî din bêyî hevdengîya ligel dewleta navendî û berçavnegirtina mafê serwerîya netewî yê wî welatî.

Qasimî desnîşan kir ku li pêvajoya têkoşîna li hemberî têrorîsmê, bikaranîna her şêwaza ku bandorê serwerîya sîyasî û iqtidara rewa ya dewleta navendî bike, nayê qebûlkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vîya ku dewama tevgerên serbazî yên Tirkîyê li axa Sûrîyê dibe sedema aloztirbûna rewşa navçê û got: Berfirebûna pevçûnan li bakûra Sûrîyê dibe sedema kuştina zêdetir a insanên bê guneh û sivîl û pêwîst e artêşa Tirkîyê demlidest dawî li tevgerên serbazî li axa Sûrîyê bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu