ÎranNûçeRojhilatanavin

Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê dema raberkirina daxwaza Îranê û berevaniya Amerîkayê diyar kir

Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê roja Sêşemiyê ji bo hilkolandina dosyeya dozvekirina Îranê li dijî Amerîkayê ji ber binpêkirina Peymana Dostiyê, du dem diyar kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Dewleta Îranê li ser vê esasê divê di roja 10ê Nîsana 2019an daxwaza xwe raberî dadgehê bike. Dema raberkirina berevaniyên Amerîkayê jî roja 10 Cotmeha 2019an hatiye diyarkirin.

Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê bi daxûyaniyekê ragihand ku demajoya kiryarên pêşerojê jî dê were ragihandin.

Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ek baska mafxawziyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Çarşemiya 3ê Cotmehê tevî piştrastkirina hêjatiya xwe ji bo hilkoalndina doza Îranê li dijî Amerîkayê, Waşîngton erkdar kir ku sînordariyên mirovdostane û geştên esmanî li ser Îranê heta dayîna biryara dawiyê rabike.

Îranê li daxawza ku bo Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê raber kiribû, boykotên dijî Îranê yên roja 7ê Tebxê yên Amerîkayê ek binpêkerê Peymana Dostiyê ya 1955an dabû zanîn û daxwaza rawestandina wan kiribû.

Parêzerên Îranê Amerîka tawanbar kirin ku bi derketina ji Lihevkirina Atomî, Peymanan Dostiyê binpê kiriye û ji Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê xwestin ku destûra demkî ya rawestandina boykotên Amerîkayê û nesepandina boykotên din li kêleka dayîna dubare ya îzna kirrîna tîkeyên firokeyan bide.

Komara Îslamî ya Îranê dozek din jî derbarê desteserkirina du miliyar dolar ji heyitiyên Banka Navendî ya îranê li Amerîkayê li Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê toamr kiriye.

Li civîna têkildarî vê dosyeyê ku destpêka hefteyê hat lidarxistin, du aliyan heger û berevaniyên xwe yên seretayî raber kirin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an, derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên dijî Îranê yên atomî ragihand. (Dewra yekem a boykotan ji 7ê Tebaxê va cih hatin û dewra duyem jî dê ji 4ê Mijdarê va cih bên).

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Başa dön tuşu