IraqNûçeRojhilatanavin

Muftiyê DAIŞê li Mûsilê hate kuştin

Şaneya ragehandina şer a Iraqê, ku beşeke ji wezareta berevaniya Iraqê kuştina muftiyê rêxistina terorîst a DAIŞê ragehand.

Duh 19.12.2016ê şaneya ragehandina şer a Iraqê li gor çavkaniyên xwe yên istixbaratê ragehand, Ebu Eyûp bi destê çekdarên dijî DAIŞê yên li xelkê Mûsilê ve hatiye kuştin.

DAIŞê fermana destdirêjî kirina ser jinan, kuştin û darvekirina hemwelatiyan ji Ebu Eyûp verdigirt, ji ber di nav rêxistinê de ew muftî bû û desthilatê herî bilind ê olî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu