NûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên yemenî çeperên leşkerên siûdî li Cîzanê dan ber mûşekan

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê şeva buhurî çeperên leşkerên siûdî li Cîzanê li başûra Erebistanê dan ber mûşekan.

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihandin ku wan şeva buhurî 4 mûşekên Balêstîk ên cûra Zêlzal-1`ê ber bi çeperên leşkerên siûdî li deverên XÛbê û Mentezê ser bi Cîzanê li başûra Erebistanê ve avêtin.

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê herwiha ragihandin ku ew mûşekana tam li armancan ketine û di encamê de xisarên giran li hêzên siûdî ketine.

Hêzên yemenî şeva buhurî herwiha derbasgeha Eleb li parêzgeha Esîrê li başûra Erebistanê dan ber rokêt û topan.

Tevî ku Yemen ji hêla rêjîma Erebistanê va hatîye dorpêçkirinê, şîyana berevanîyê ya hêzên artêş û komîteyên gelanî yên wî welatî roj bi rojê xurt û zêde dibe.

Başa dön tuşu