ÎranNûçeRojhilatanavin

Diyarkirina devera qedexe jibo firîna balafiran li Sûrîyê, jibo bihêzkirina têrorîstan e

Berdevkê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Kifşkirina devera qedexe jibo firîna balafiran li esmanê Sûrîyê jibo bihêzkirina têrorîstan e.

Seyd Hesen Neqewî Husênî berdevkê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, îro li gotûbêja ligel ajansa nûçan a Meclisê, wekî berteka li hemberî pêgîriya serokomarê Tirkîyê ser diyarkirina devera qedexe jibo firîna balafiran li esmanê Sûrîyê got: Pêkanîna her cure sîwana piştgirîyê ku bibe sedema bihêzbûna komên terorîst, li gorî nêrîna Komara Îslamî ya Îranê bê wate û pûç e.

Neqewî Husênî desnîşan kir, sekinîna li hemberî têrorîsmê esaseke girîng jibo parastina ewlehîya deverê ye.

Berdevkê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Ji ber işkesta terorîstan li Heleba Sûrîyê, plana diyarkirina devera ewleh li vî welatî, zexta sîyasî ya welatên rojavayî û Amerîkayê ser dewleta Tirkîyê di çaçrova piştgirîya ji têrorîstan da ye.

Li gorî vê raporê, serokomarê Tirkîyê li axavtinekê ragihand ku me Amerîka, Rûsîye û Îranê haydar kirîye ku Enqere bi dû pêkanîna devereke ewleh li nav axa Sûrîyê ye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu