NûçeRojhilatanavinSûriye

Gireva seranserî ya xelkê Golana Dagîrbûyî bona nerizamendiya li hember cihûkirinê destpê bû

Komên gelanî yên Golana Dagîrbûyî ji îro Çarşemiyê ve gireva xwe ya girseyî bona dijayetiya li hember cihûkirina vî navçeyî destpê kirin û li ser pênaseya erebî ya vê navçeyê pêgîrî kirin.

Rejîma Siyonîst, duh Sêşemiyê, dil hebû li Golana Dagîrbûyî, hilbijartina bajêrvanî û Konseyên Herêmî li dar bixe ku xelkê van navçeyan hilbijartin boykot kirin û bi lidarxistina xwenîşandaneka berfire, ragihandin Golan hertim pişkek ji Sûriyê bûye.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Kanala nûçeyan a El Meyadînê, xelkê bajaroka Mecdel Şemsê li Golana Dagîrbûyî û şêxên wê bi lidarxistina girev û xwenîşandanê, li ser dijayetiya xwe ya tund a li hember van hilbijartinan pêgîrî kirin û evê navçeyê ser bi dewleta Sûriyê dane zanîn.

Mêdyayan, duh sêşemiyê ragihandin ku hejmarek ji xwenîşanderan di encama gullereşandina leşkerên Siyonîst û avêtina gaza rondikhîner li Mecdel Şemsê birîndar bûne, herwiha leşkerên Siyonîst çend xwenîşander jî girtine.

Di eynî demê de wezareta karên derve ya Sûriyê, bi şandina nameyên cida ji bo Sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) û serokê Konseya Ewlehiyê, nerizamendiya xwe ya li hember hewldana Rejîma Siyonîst ji bo lidarxistina hilbijartinê li Golana Dagîrbûyî nîşan da.

Rejîma Siyonîst di sala 1967`an de pişkeka mezin a bilindiyên Golanê ku yên Sûriyê ne, dagîr kir û di sala 1982`an de ev navçe wekî pişkek ji axa xwe ragihand ku ev kar tu caran ji hêla Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) ve nehate piştrastkirin.

Başa dön tuşu