AborîAsyaNûçe

Dolarê Amerîkî ku ev demeke li hember Lîreyê Tirkiyê her bilind dibe

Dolarê Amerîkî ku ev demeke li hember Lîreyê Tirkiyê her bilind dibe vê hefteyê jî zêdebûna didomîne.

Dolarê ku îro duşemê bi 3 hezar û 260 lîreyên Tirkiyê dest bi rojê kir zêdebûna xwe berdewam dike û gihîşt nirxa 3 hezar û 290 lîreyan. Li gor nirxandinên pisporên aborîya Tirkiyê bilindbûna nirxa dolar li beramberî lîreyê Tirkiyê piştî hilbijartina Serokê nû yê Amerîkayê Donal Trump gihîştiye asta herî bilind. Tê pêşbînîkirin nirxa dolar heta 3 hezar û 400 lîreyan zêde bibe. Metirsîya derdorên aborîyê ew e ku piştî hilbijartina Trump faîz û enflasyon were zêdekirin ji bo geşkirina aborîya Amerîkayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu