AsyaEfrîqaEwropaNûçeRojhilatanavin

Du balafirên ‪Amerîkayê‬ li hev qelibîn

Hate diyarkirin ku du balafirên şer ên Amerîkayê li ser behrê li hev qelibîne û ketine.

Rayedarên Ewlehiya Peravê ya Amerîkayê ragihandin ku du balafirên ji cureya F/A-18 şer ên Amerîkayê li bakurê Carolinê li ser behrê li hev qelibîne û ketinê. Herwiha hate gotin ku di her du balafiran de 4 pîlot hebûne.
Pîlotên balafiran ji aliyên masîgiran ve hatine xilaskirin û bi helîkopterê rakirine nexweşxaneyê. Derbarê rewşa pîlotan de tu agahî nehat dayîn. 
Balafirên ku li herêma li hev qelibîne hate zanîn ku qada perwerdehiya balafirên şer ên Amerîkayê ye. Çapameniya Amerîkayê destnîşan kir ku rewşa pîlotan baş e. Lê derbarê ketina balafiran de tu agahî nehat dayîn.

(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu