ÎranNûçeRojhilatanavin

Du jê sêyek ji xelkê Amerîka neyarî paşdakişyana Amerîka ji rêketinnama navokî ne

Gor anketekî zanîngehî, Du jê sêyek ji xelkê Amerîka neyarî paşdakişyana Amerîka ji rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 in.

Li gor rapora ajansa Tesnîmê, Li nîzikiya gehiştina salroja îcrabûna rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1, anketa li vê barê nîşand dibe ku Du jê sêyek ji xelkê Amerîka neyarî paşdakişyana Amerîka ji rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 in.

Ev anketa zanîngeha Mirîlendê ji xelkê Amerîka girtiye û li naveroka vê anketê herwisa li bara xalên rêketinê jî ji xelkê hatiye xwestin ku nezer û bawera xwe bêjin.

Li vê anketê ji xelkê hatiye xwestin ku gelo başe ku Amerîka xalên rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 îcra neke û gelo pilana gotûbêja du carî li ser mesela navokî ya Amerîka tev îranê gor pilana Trup serokkomarê bijartî yê Amerîka tiştekî başe yan na.

sedî 69 ji xelkê ku ketine ber vê anketê ragihandine ku hêtimal heye Îran qebûl neke carek din gotûbêjên tev Amerîka li bara mesela navokî destpê bike, heta eger hemû endamên grûpa 5+1 jî qebûl bikin rûnin ser masa gotûbêjên navokî dîsa jî hêtimal heye Îran qebûl neke.

Sedî 64 ji pişkdarên vê anketê bawerin ku ya baş evaye ku pêwîste Amerîka soz û qirarên xwe li hemberî Îranê cih bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu