AsyaCîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Du keştiyên koçberan ketin binê avê

Netewên Yekgirtî (NY) ragihand, ku li Deryaya Spî 2 keştiyên koçberan bin av bûne û 250 koçber wenda bûne.

Li gorî nûçeya Ajansa Associated Press, Komîsyara Bilind a Penaberan ya NY(UNHCR) bi daxuyaniyekê ragihandiye, ku 2 keştiyên koçberan li Deryaya Spî bin av bûne ku zêdetirî 250 kesan di nav de bûne.

Di daxuyaiyê de hatiye gotin, ku keştiyek li peravên Lîbyayê bin av bûye, di nav de 163 kes wenda bûne an jî mirine. Her di heman keştiyê de jinek û 6 zilam jî bi saxî rizgar bûne.

Keştîyeke din jî li nêzîkî Sîsîlyaya Îtalyayê bin av bûye. Di wê keştiyê de jî 132 kes hebûne, ji wan 82 kes wenda bûne, 50 kesên din hatine rizgarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu