EwropaNûçe

Du kuştî û 10 birîndar ji ber reşandina gullan li navçên curbicur ên Amerîka

Karbidestên polîsê Amerîka ragihand; Ji ber gullehreşandinên li navçên durbicur ên Amerîkayê du kes hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

Li gor rapora IRIB News`ê, Karbidestên polîsê Amerîka ragihandin, Ji ber gulleh reşandina roja şemiyê li navça Kilark Kantî a bajarê Las Vegasê li eyaleta Nuwadaya Amerîka kesek hate kuştin .

Ji ber gulle havêtina bajarê Newyorkê jî xurtekî 15 salî hate kuştin û jinek jî birîndar bû.

Ji ber gulle havêtina navça Vîlmîngtona eyaleta Karolînaya bakûrî jî 4 kes birîndar bûn.

Polîsê Baltîmorê jî ragihand ku li gullereşandina kesên nenas li vê eyaletê 3 kes birîndar bûn ku 2 ji wan zarok in.

Herwisa ji ber gulleavêtina bajarê Bêltzhûwira eyaleta Pensîlvaniyayê kesek birîndar bûn.

Ji ber gulleavêtina li nav bajarên curbicur ên Amerîkayê salê bi hezaran kes tên kuştin an jî birîndar dibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu