CîhanNûçe

Kuştina 64 kesan li Amerîkayê

Navenda Amarên Gulleavêtinê li Amerîkayê ragihand ku 64 kes bi derba gullê li deverên curbicur ên vî welatî hatin kuştinê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Navenda Amarên Gulleavêtinê li Amerîkayê îro ragihand ku mideha 24 sietên buhurî da 155 carî gulle hatîye avêtinê û di encamê da herîkêm 64 kes hatine kuştinê û 110 kes jî birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, pirranîya gulleavêtinan duh li eyaleta Îlînvîyê qewimîne. Li vê eyaletê 9 caran gulle hatîye avêtinê.

Navenda Amarên Gulleavêtinê li Amerîkayê herwiha ragihand, li eyaleta Karolînaya Bakûr jî 6 babetên gulleavêtinê hebûne.

Li vê raporê hatîye: Ji destpêka sala 2016`an va heta 24`ê Kanûnê, 56 hezar û 525 babetên gulleavêtinê li seranserî Amerîkayê qewimîne ku di encama wan da 14 hezar û 624 kes hatine kuştinê û 29 hezar û 893 kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu