CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Dubarekirina îdiayên pûç ên Amerîkayê li Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê

Parêzerên Amerîkayê li Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê careka din tawanên pûç ên dewleta vî welatî derbarê piştgiriya Îranê ji têrorîsmê dubare kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Li civîna roja Duşemiyê ya Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ji bo hilkolandna doza Îranê derbarê desteserkirina du miliyar dolar j heyitiyên îranê, parêzerên amerîkî mijara binpêkirina soznameya Dostyê ji aliyê Waşîngtonê va red kirin.

Parêzerên dewleta Amerîkayê li civîna îro mijara piştgiriya Îranê ji tevgera Berxwedanê l navçeyê hilêxistin.

Parêzerên dewleta Amerîkayê her wiha desteserkirina mal û heyitiyên Banka navendî ya Îranê rewa dan zanîn.

Piştî hilkolandin û dayîna biryarê derbarê dosyeya daxwaza biryara demkî ya Îranê têkildarî destpêbûna ji nû ya boykotên Amerîkayê û binpêkirina Peymana Dostiyê ya sala 1955an, Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ya Laheyê ji îro va bi qasî çar rojan civînên bihîstina gelemperî li dosyeya desteserkirina 2 miliyar dolar ji heyitiyên Îranê li Azmerîkayê û binpêkirina Peymana Dostiyê li pey wê li Koşka Aştiyê ya Laheya Holandayê li dar dixe.

Civînên roja Duşemiyê ya Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê taybetî berevanîkirina desteya amerîkî bû.

Komara Îslamî ya Îranê 16ê Hezîrana sala 2016an derbarê nakokiyên têkildrî rêderketinên dewleta Amerîkayê ji Peymana Dostiyê, pêwendiyên abûrî û mafên konsolî navebra Îran û Amerîkayê dadxwaznameyek li Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê tomar kir.

Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê roja 3ê Cotmeha 2018an piştî çend hefteyan hilkolandina gazndeya Têhranê ji boykotên atomî yên Amerîkayê li dijî Îranê, bi piştrastkirina hin daxwazên îranê heta dayîna biryara dawiyê, dengê xwe da rawestandina demkî ya boykotên Waşîngtonê li dijî Îranê li warên dermanî, alavên pizişlî, xwarek û geştên esmanî.

Amerîkayê piştî dayîna dengê Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ragihand ku  ewê Peymana Dostiyê betal bike.

Başa dön tuşu