AsyaCîhanNûçe

DYAyê hemwelatiyên xwe bo serdana Tirkiyeyê hişyar kir

Wezareta Karê Derve ya DYAyê hemwelatiyên xwe bo geşta Tirkiyeyê hişyariyek nû weşand. Di hişyariya li ser malpera Wezareta Karê Derve hat weşandin de hemwelatî li dijî bûyerên terorî û çûna hin bajaran hatin hişyarkirin. Ji geştyaran hat xwestin ku ji cihê qelabalix jî dûr bisekinin.

Wezareta Karê Derve ya DYAyê duh li ser malpera xwe ya fermî hişyariyek nû bo hemwelatiyên xwe ku dê biçin Tirkiyeyê weşand. Hemwelatiyên ku dê biçin Tirkiyeyê bi sedema rîska bûyerên terorî ve hatin hişyarkirin.

Di hişyariya geştê de wiha hat gotin, “Bi sedema terorê, geşta hin bajarên ku li seranserê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê de cih digrin, Hatay, Kilis, Dîlok, Riha, Şirnak, Amed, Wan, Sêrt, Muş, Mêrdîn, Elîh, Bingol, Dersîm, Colemerg û Bîlîsê dûr bisekinin. Rêxistinên terorê raste rast kesên biyanî hedef digrin.”

Herwiha ji geştyaran hat xwestin ku ji cihê qelabalix jî dûr bisekinin.

Başa dön tuşu