IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî, despêkirina opirasyona rizgarkirina Felûcê ragehand

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebdaî, îro Duşembîyê, destpêkirina opêrasyona rizgarkirina bajarokê Felûcê, li rojavaya Îraqê ji jêr destê DAIŞ`ê, ragehand.

Heyder Ebadî, di gotarekê de li baregeha Fermandetiya Karên Hvepişk, li Devera Kesk a Bexdayê pêşkeş kir, ragehand: Opêrasyona rizgarkirina Felûcê ji destê DAIŞ`ê, destpê kir û bo gelê xwe radigehînin ku alaya Îraqê li ser axa Felûcê dê were bilindkirin.

Ebadî her wiha got: Îvro alayên reş ên bîyanîyan ku ev bajara dagîr kirine, dê parçeparçe bikîn. Zingila rizgarkirina Felûcê hat lêxistinê û dema serkevtina mezin nêzîk bûye û DAIŞ`ê tenê revîn bijarteye.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Artêşa Iraqê, hêzên Heşdi Şeibî, polîsên federal, hêzên dijî têrorê û hêzên eşîretan li parêzgeha Enbarê di şerrê rizgarkirina Felûcê da pişikdar in.

Eva di demekê de ye ku Navenda ragihandinê ya şêrr a Iraqê duh ragehand: Di piroseya rizgarkirina bajarokê Felûcê da yê tenê hêzên iraqî pişkdar bin û daxwaz ji nişteciyên Felûcê jî kir xwe amade bikin bo terikandina bajarokê.

Di vî halî da fermandarê polîsên Îraqê, Şakir Cewdet di ragehandinekê de, got: 20 hezar polîsên fêdral bi piştevanîya zirêpoş û yekîneyên topxanê gehiştin deverên derdora bajarokê Felûcê jibo ku bo çûyîna nav bajarokê amade bikin.

Bajarokê Felûcê di sala 2014`ê kevte destê têrorîstên DAIŞ`ê û pêgeheka serekî ya vê koma têrorîst li Iraqê tê naskirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu