IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Di demeke nêzîk de Mûsilê bi temamî tê girtin

Serokwezîrê IraqêHeyder Ebadî got di demeke nêzîk de bi temamî bajarê Mûsilê kontrol dikin.

Roja Sêşemê (20-12-2016), jêderekî ji nivîsingeha ragihandina Rêxistina Bedir ragihand, hêzên Heşda Şeibî derdora firokexaneya Telaferê êrişek çekdarên DAIŞê têkşikandin û di encamê de zêdetir ji 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, tevî têkşikandina 3 otombîlên serbazî.

Wî jêderî herweha got jî, ji ber rûxana moral û lawazbûna berevaniya çekdaran, DAIŞ dest bi lêdana xendeqan kiriye bi armanca şaşkirina hêzên Heşda Şebî û xwe parastin ji topbaran û bombebaran kirin.

Ferîq raid Şakir Cewdet eşkere kir ku topxaneyên wan ji serbazgeha Xezlanî çekdarên DAIŞê bombebaran kirine, du otombîlên bombekirî li derdora gundê Ebû Seyf li Başûrê Mûsilê têkşikandine.

Herwiha odeya oeprasyona hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê belav kiriye, ku di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de 16 êrîşên asmanî li ser DAIŞê li Iraq û Sûriyê encamdane, ku 5 êrîş li Iraqê li navçeyên Mûsil, Telefer, Kesk û Hewîce û 11 êriş li Sûriyê li navçeyên nêzî Reqa, Eyn Îsa û Tedmur bûn.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de got rêxistina DAIŞê her diçe lawaz dibe û di demeke nêzîk de bi temamî bajarê Mûsilê bê kontrolkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu