IraqNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Iraqê hişyarî da xwepêşanderên vî welatî

Serokomarê Iraqê li bara veguherîna xwepêşandana gelê vî welatî bo derfetekê bo êrişa ser hêzên ewlehiyê hişyarî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Fuad Meisûm, serokomarê Iraqê şeva buhurî bi daxûyaniyekê ji xwepêşanderên iraqî xwest ku qanûn û destûrê nêxin bin piyê xwe û serhemdê xwe bibin û êrişî sazî û dezgehên dewletê nekin.

Fuad Meisûm ji dewletê jî xwest ku riyên gotûbêja ligel rêkxerên xwepêşandanê veke û bi wan ra li bara kifşkirina mêkanîzma xwepêşandanê û ciyê birêxistina wê li hev bikin.

Serokomarê Iraqê got: Xwepêşandan mafek e ku di destûra bingehîn da ji bo gel hatiye berçavgirtin ta ku bikaribin nêrînên xwe li bara dewletê û dezgehên din ragihînin û daxwazên xwe ji dewletê hilêxin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu