IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: “Eva ku tê gotin hejmara qurbaniyên Mûsilê gellek in, derew e“

Serokwezîrê Iraqê got: “Hinekan li bara hejmara kuştiyên operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derew kirin û ewna zêde nîşan dan“.

Li gorî rapora telivîzyona Al-alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li seredana xwe ya duh pêncşemê ji navenda Şuheda, destnîşan kir: “Eva ku hinek dibêjin hejmara kesên ku li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan gelek in, nûçeyekî derew e“.

Rojnama Ingilizî ya “Ayî“ duh pêncşemê îdia kir ku “Li operasiyona azadkirina Mûsilê zêde ji 40 hezar ji xelkê sivîl ê Iraqê hatine kuştin û hejmara kuştiyên vê operasiyonê gelek zêdetir ji raporên belavbûyî ji aliyê saziyên dewletî yên Iraqê ye“.

Heyder Ebadî got: “Li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê, xelkê Iraqê hemû bi hevra bûn yek û hevkariyeke baş di navbera hêzên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê da çêbû, loma gelê Iraqê îdî îznê nade ku tu aliyek dîsa welêt aloz bike û paşda bizivirîne“.

Ebadî got: “Qanûn li gorî îdaletê li Iraqê cih tê û divê mesela kesên ku bona Iraqê canê xwe fîda kirin, neyê siyasîkirin“ (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu