IraqNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Iraqê bernameya atomî pesend kir

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm yasaya destpêkirina bernameya atomî ya Iraqê û yasaya bûdceya sala 2017ê pesend kir.

Li gorî ragihandina Serokatiya Komarê ya Iraqê, roja sêşemê (10-01-2017) Serokomar Fûad Mehsûm yasaya destpêkirina bernameya atomî ya Iraqê û yasaya bûdceya sala 2017ê pesend kir, ku beriya niha ji aliyê Parlamentoyê ve hatibû erêkirin.

Hate ragihandin, ku yasaya atomî bernameyeke aştiyê ye, bi armanca pêşxistin û sûdwergirtina enerjiya atomê komîsyonek hatiye amadekirin. Ev komîsyon di mijarên bikaranîna enerjiya atomê, di kertên pişesazî, tendurustî, çandinî, berhemanîna elektrîkê, sûdwergirtina ji çavkaniyên avê û cîbicîkirina teknîna enerjiya atomê de dê lêkolîn û karan bike.

Bi cîbicîkirina vê yasayê, Iraq dê hewl bide bernameya atomê ji bo pêşxistina zanistî û tekonolojiyê bikar bîne.

Herwiha Serokomarê Iraqê yasaya bûdceya sala 2017ê pesend kir, ku dawiya sala borî piştî gengeşiyeke zêde ev yasa ji parlamentoyê re derbas bibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu