NûçeRojhilatanavinSûriye

Komeke ji terorîstên DAIŞê li rojhilatê navçeya Tikrîtê ya girêdayî parêzgariya Selaheddînê êrîş bir ser parzîngeheke neftê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê çavkaniyekî ji ewlehiya parêzgariya Selaheddînê diyar kir ku komeke ji terorîstên DAIŞê li rojhilatê navçeya Tikrîtê ya parêzgariya Selaheddînê êrîş bir ser parzingeheke neftê.

Hat ragihandin ku piştî êrîşa wan terorîstên DAIŞê ya bi ser parzingehê de hêzên ewlehî yên Iraqê û hêzên dildar ên li navçeyê ji bo bergiriyê çûn cihê bûyerê û di navbera her du aliyan de şer û pevçûn qewimîn.

Hêjayî gotinê ye ku di derbarê encama şer û pevçûnan de tu agahî nehatin dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu