IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Hêzên gelanî yên Iraqê ji her cure tawanekê dûr in

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Hêzên gelanî yên Iraqê, Heşda Şeibî pişkek ji dewleta Iraqê ne û ji her cure tawanekê paqij in.

Li gor rapora Sûmiriye News’ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina xwe ya duh çarşemê tev baylozên welatên islamî li Iraqê bal kişande ser ehmiyeta xwedûrkirina ji firqegerî û duberekiyê û li bara tawanên ku li hêzên gelanî yên Iraqê va girêdidin jî got: Ew tawanên ku li bara hêzên gelanî yên Iraqê hilêdixin û dibêjin ev hêza firqegerayiyê berfire dike, buxtan û tawanên bê bingeh in.

Ebadî got; Heşda Şeibî grûpeke ser bi dewleta Iraqê ye û di bin çavdêriya qumandehiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê dixebite û dewleta Iraqê xercên vê grûpê dabîn dike.

Serokwezîrê Iraqê herwisa ragihand ku roja îro terorîzm tenê gefek bo Iraqê nîne belkî bo hemû cîhanê wekî gefekî mezin tê hisab û bîr û bawerên nerast ên terorîstan derbe li rûmeta dînê pîroz ê islamê xistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu