IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: “Komkujiya Helebce delîla herî mezin a zilma Partiya Beasê ye”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek weşand.

Ebadî di peyama xwe ya ku weşand de wiha got: “Îro bi xemgîniyeke mezin, em ji tawanên rejîma dîktator, Helebceyê bi bîr tînin. Bi hezaran kurdên bêguneh ên iraqî, di vê pêvajoya komkujiyê de bûne mexdûrên êrîşên kîmyayî. Bermahiyên vê tawanê hêj berdewam e û ev komkujî delîla herî mezin a zilma Partiya Beasê ye.”

Ebadî diyar kir ku îro em bi azadî, pirrengî û bi demokrasiyê dijîn. Em hêvîdar in, welatekî ku siberoja wî ronahî ye, ava bikin.

Ebadî ji bo şehîdên Helebceyê rehma Xwedê û ji bo malbata wan jî sersaxî xwest û got: “Kesên ku li dijî gelê me ev tawan kirine, heta ku cihan hebe, bi rûreşî dê werin bîra mirovan. Bibîranîna vê rojê, hêza me dê zêdetir bike û têkoşîna me ya bi awayekî yekbûyî dê berdewam bike û rastbûna me jî bilindtir bike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu