Ebadî: Piştî têkbirina DAIŞ`ê dê avedankirina Iraqê destpê bibe
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina bi hejmarek ji fermandên eskerî yên vî welatî re got: Piştî têkbirina tam a terorîstên DAIŞê pêvajoya avedankirinê destpê dibe.
Li gorî rapora Someriye Newsê, Ebadî destnîşan kir: Tu yek ji rêberên cîhanê li bendê nebûn ku hêzên iraqî wisa lezgîn destkevtên binirx li şerê li hember terorîzmê bi dest bixin.
Heyder Ebadî her wiha got: Xewn û xeyala DAIŞê jibo serdestiya ser Iraqê dawî bû û bêguman ragihandina serketina dawiyê ser vê grûpê li parêzgeha Neynewayê nêzîk e û tenê anvçeyeke biçûk ji perava rojava Mûsilê di destê terorîstan de maye.
Serokwezîrê Iraqê got: Dewletê her wiha li bara piştgiriya ji welatiyan û şopandin û cizakirina sebebkarên cinayetên plankirî û rewandina mirovan micid e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)