CîhanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Nerazîbûna fermî ya Îranê li hember kuştina ciwanekî îranî li Emerîkayê

Komara Îslamî ya Îranê bi şandina peyamekê bo balyozxana Pakistanê wek Parêzvanê berjewendiyên Îranê li Emerîkayê li bara kiryara polîsê Emerîkayê derheq gulleavêtinê ku li encama wê ciwanekî îranî-emerîkî, hatiye kuştin, daxwaza hilkolandina destxwe ya vê meselê kir.

 Li gorî rapora roja  çarşemiyê ya IRNA`yê, li peyameke nerazîbûnê, nivîsgeha Parastina  Berjewendiyên  Komara Îslamî ya Îranê li Waşengtonê dilgiraniya  li bara kuştina  Bîjen Qeyser, ciwanê 25 salî yê Îranî-emerîkî li encama gulleavêtina  bêyî heger a  polîsê Emerîkayê hatiye diyarkirin û hatiye destnîşankirin ku polîsê Emerîkayê heya niha  tu hegerk jibo avêtina  gulleyê ser Qeyser ku li gorî gotina yek ji şehedan ji nêzîk ve cih hatiye, raber nekiriye.

Li peyama nerazîbûnê ya Komara Îslamî her wiha hatiye: Ger polîsê welatekî Îslamî cinayetek wiha bikira, Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê dê ev kara  weke operasyoneke tereorîstî  bida zanînê û  destxwe dê ev şermezar bikira lê niha ku polîsê vî welatî,  êriş kiriye ser welatiyekî biyanî, tu dengek ji wan nayê bihîstin.

Di dewama vê peyamê hatiye: Di mijraên bi vî rengî li kêmtir ji 48 sietan nûçeya  bûyerê tê weşandin û lêkolîn destpê dibe lê vê carê kuştina ciwanekî îranî, du hefteyan hema wisa nepenî maye.

Nivîsgeha  Parastina Berjewendiyên  Komara Îslamî ya Îranê vî  karê  tund û tûjane  ya polîsê Emerîkayê şermezar kiriye û ji beşên  berpirsiyar li Emerîkayê xwestiye ku  bila li hember kuştina  vî ciwanê îranî berpirsiyar bin û meselê zelal bikin.

Roja sêşemiyê, 28 Mijdarê, hin medya emerîkî raghandin ku  Bîjen Qeyser, ciwanê 25 salî yê îranî-emerîkî li eyaleta  Vîrcînyaya  bakurî, 17 Mijdarê bi mehneya  revîna ji  qezaya trafîkê, ketiye ber êrişa polîsê Emerîkayê û ew piştî çend rojan mayîna li nexweşxanê, duşemiyê 27 Mijdarê canê xwe ji dest daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu