IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Piştî têkçûna DAIŞ`ê Bexda nahêle hêzên Amerîkayê li Iraqê de bimînin

Serokwezîrê Iraqê li ser derketina hêzên Hevpeymaniya Amerîkî ya li dij DAIŞ`ê ji Iraqê, piştî têkçûna tam a DAIŞ`ê sekinî.

Kanala televîziyona Al-Sumaria (El-Sumeriya) ya Iraqê duh ragihand ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li rûniştina bi nûçegihanan re li Bexdayê li ser gotinên roja şemê yên wezîrê paristinê yê Amerîkayê Aşton Karter ku desnîşan kiribû piştî têkçûna DAIŞ`ê jî hêzên Hevalbendiya li dij DAIŞ`ê li Iraqê de dimînin, got: Bexda piştî kutabûna şerê li dij DAIŞ`ê nahêle hêzên biyanî ji wan hêzên amerîkî di nav axa Iraqê de bimînin û nahêle ku welatek di nav Iraqê de ji xwe re bargeha leşkerî çê bike.

Ebadî herwiha bal kişand ser operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê û got: Ev operasiyon li gor bernama diyarkirî ve pêşve diçe û bi van zûtiyan parêzgeha Neynewayê ji bin lepên DAIŞ`ê tê derxistin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Li operasiyona azadkirina Mûsilê û deverên din ji destê DAIŞ`ê hêzên iraqê hewldidin ku canê xelkê sivîl biparêzin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu