IraqNûçeRojhilatanavin
Ebadî serdana eniyên şer kir
Serokwezîrê Îraqê bi helekoptirek leşkerî serdana eniyên şer yên Nînowa kir.
Herwek di malpera taybet a ofîsa ragihandina serokwezîrê Îraqê de hatiye belavkirin roja 12.12.2016ê serkwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarê Iraqê, Heyder Ebadî çûye eniya şer li Nînowayê û dorbera wê.
Heyder Ebadî ku çilên leşkerî li berkiribû le gel fermandeyên leşkerî civiya û li ser rewşa dawî ya şer û navçeyê qise û behs kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)