CîhanNûçe

Serokdewletê berê yê Uruguayê Alvarez mir

Serokdewletê berê yê Uruguayê General Gregorio Alvarez di 90 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da.

Nexweşxaneya Hêzên Hewayî yên Uruguayê bi daxuyaniyekê ragihand, Alvarezê ku 14 Berfanbarê ji girtîgehê biribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Alvarez piştî darbeya (koteda) 1973yan li sala 1978an bûbû Sererkanê Giştî yê Uruguayê. Alvarez di sala 1981ê de erka Serokdewletiyê wergirtibû û di sala 1984an de jî rêvebirîya dewletê dewrî hikûmeteke sivîl kiribû. General Alvarez di sala 2007an de bi hinceta ku li dema rejîma leşkerî tawanên dijî mirovatiyê kirine hatibû girtin.

Herwiha li sala 2009an jî ji ber tohmeta anîna 37 mehkumên siyasî bo Buenos Airesê û alîkariya kuştina wan 25 sal ceza lê hatibû birîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu