IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Serketina li hemberî terorîzmê nîzik e

Serokwezîrê Iraqê azadbûna bajarê El-Rutbê ê li başûra rojavaya El-Enbarê ji destê terorîstên DAIŞ’ê mizgîniyek bona serketinên mezin a gelê Iraqê da zanîn û ragihand ku serketina sereke dijî terorîstan nîzik e.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, Serokwezîrê Iraqê li gotinên xwe li bara azadiya bajarê Rutbê got: Niha pêwîst e ku hemû hêzên çekdar ên Iraqê bona dewama azadkirina axa Iraqê ji destê terorîstan hevkariya biin.

Wî destnîşan kir; Serketinên vê dûmahîkê yên artêş, hêzên gelanî û polîsê Iraqê li hemberî terorîstên DAIŞ’ê ji ber mêrxasî û fîdakariya wan hatiye dest û eva destpêkek ji bo xebata sereke bona azadiya hemû navçên Iraqê ji destê terorîstan û zivirîna awareyan ber bi malên xwe ye.

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku berovajî kirîzên heyî li nav Iraqê, bernama sereke ya dewletê şerê dijî terorîstan e.

Artêşa Iraqê duh çarşemê bajarê El-Rutbe li 310 kîlomitriya Remadiya navenda parêzgeha Remadiyê ji destê terorîstan azad kir.

Artêşa Iraqê bi alîkariya hemû hêzên din ên iraqî karîn vî bajarî ku li sînorê Iraqê tev Urdinê ye azad bikin û terorîstan nekarîn qet li vê operasiyona artêşa Iraqê li ber xwe bidin.

Wezîrê berevaniya Iraqê jî ragihandibû ku terorîstên DAIŞ’ê van rojana ewqas lawaz bûne ku nikarin navçên ku dagîr kirine biparêzin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu