Ebadî: Tu hêzeke eskerî ya biyanî li şerê li hember DAIŞ`ê tine
Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê li Bexadyê diyar ku Iraq bereberê demên giring û biçarenivîs a şer û azadiya bajaran ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê de ye û daxwaza dewama piştgiriyên navneteweyî ji welatê xwe kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, nivîsgeah serokwezîriya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û Cêyms Matîs, wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê roja duşemiyê li hevdîtina bi hev re li warên eskerî, ewlehî, şerê li hember DAIŞ`ê û operasyona azadkirina beşa rojava Mûsilê şêwirîn.
Li vê hevdîtinê El-Ebadî cardinê diyar kir: Li şerê li hember DAIŞ`ê tu hêzeke eskerî ya niyanî hazir nebûye û tenê şêwirmendên eskerî yên hêzên iraqî ne ku li erdên Iraqê de ne û şêr dikin û serketinan cih tînin.
Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê jî ku bêyî bername sefera Bexadyê kiriye li hevdîtina tev Ebadî diyar kir ju dê welatê wî piştiriya xwe ya tam ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê bidomîne.
Hevgav, fraksiyona parlemanî ya Sadiqûna Iraqê, li berteka li hember sefera wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê bo Bexdayê, ew karekî nepejirandî da zanîn û ragihand: Dê li hemberî hizûra Emerîkayê û baregehên wî yên leşkerî li Iraqê weke grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê wek hêzeke dagirker bertek bê nîşandan.
Cêyms Matîs, wezîrê berevaniyê yê nû yê Emerîkayê jibo hevdîtina tev rayedarên iraqî û hêzên emerîkî yên hazir li Iraqê roja duşemiyê li sefereke ji pêşve kivşnekirî gihêşt Bexdayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)