ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî û Welayetî li bara guhertinên ewlehiyê li Iraqê axivîn

Heyder Ebadî serokwezîrêl Iraqê li hevdîtina digel Elî Ekber Welayetî şêwirmendê derecebilind ê rêberê giranqedr ê Îqilaba Îslamî ya Îranê li Bexdayê got: Hêzên iraqî şerê dijî DAIŞ`ê heta azadkirina tam a axa vî welatî wê bidomînin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê ji zarê daxûyaniya nivîsgeha serokwezîrtiya Iraqê, Elî Ekber Welayetî şêwirmendê derecebilind ê rêberê giranqedr ê Îqilaba Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê digel Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara mijar û meseleyên girîng ên navçeyê, şerê dijî têrorîsmê û peywendiyên duyalî bi wî ra gotûbêj pêk anî.

Ebadî li vê hevdîtinê hêvîdarî kir ku şerê dijî DAIŞ`ê li Iraqê zûtirkê bi dawî were û her viha got ku pêwîst e hemî welatên navçeyê li warên ewlehî û istixbaratî li şerê dawiyê dijî DAIŞ`ê hevkariya Iraqê bikin.

Li gorî daxûyaniya nivîsgeha serokwezîrtiya Iraqê, Elî Ekber Welayetî şêwirmendê derecebilind ê rêberê giranqedr ê Îqilaba Îslamî ya Îranê jî li vê hevdîtinê piştgiriya Têhranê ji yekîtî, hakimiyet û dewleta Iraqê ragihandiye.

Elî Ekber Welayetî şêwirmendê derecebilind ê rêberê giranqedr ê Îqilaba Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê sefera xwe bo Bexdayê dest pê kir û berî hevdîtina digel Heyder Ebadî û Emar Hekîm serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê (Tevgera siyasî ya herî mezin a Iraqê) û serokê meclisa bilind a îslamî ya Iraqê hevdîtin pêk anî.

Ev sefera Elî Ekber Welayetî şêwirmendê derecebilind ê rêberê giranqedr ê Îqilaba Îslamî ya Îranê çar rojan piştî destpêkiirna opêrasiyona hêzên iraqî li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê j bo azadkirina bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê pêk hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu