AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îmzekirina 6 belgeyên hevkariyê yên di navbera Îranê û Azerbaycanê (Hûrgiliyên zêdetir)

6 belge û hevhatinnameyên hevkariyê yên di navbera Îranê û Komara Azerbaycanê, li çarçoveya berfirehkirina peywendî û hevkariyên dualî, li Bakûyê, hatin îmzekirin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomariya Îranê, hevhatinama hevkariyê ya di navbera Saziya Neteweyî ya Standarda Îranê û wezareta aboriya Komara Azerbaycanê di warê Standardê, yekemîn hevhatiname bû ku roja yekşemê bi beşdariya Hesen Ruhanî û Îlham Elîev, serokkomarên her du welatan li Bakûyê hate îmzekirin.

Hevhatinama hevkariyê ya bankên navendî yên Îranê û Komara Azerbaycanê, ji aliyê serokên van bankana hate îmzekirin û eva jî yek ji hevhatinamên îmzebûyî yên di navbera du welatan e.

Herwiha belgeya bernama cihanînê ya hevkariya di warê geştyariyê di navbera saziya Pêşeyên bi destçêkirî û geştyariya Îranê û saziya têkildar a aliyê azerî û protokola hezkirina du welatan di warê lêkolîna korîdora veguhestina bakûr- başûrê, di navbera wezîrê avahî û çê kirina bajaran a Îranê û wezîrê tranzîta Komara Azerbaycanê de, îmze bû.

Di warê hevkariyên ewlehiya elekteronîk jî hevhatinnameyek ji aliyê Mehmûd Waêzî, wezîrê peywendî û teknolojiya ragihandinê ya Îranê û wezîrê tranzîta Komara Azerbaycanê ve, hate îmzekirin.

Hevhatinama herî dawîn jî hevhatinama hevkariyê ya di warê parastina giya û qerentînekirina giyayan bû ku ji aliyê wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê û wezîrê cotkariya Komara Azerbaycanê ve îmze bû.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, li serokatiya taximka payebilind, ji bo seredaneka fermî, derbasî Bakûyê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu