CîhanErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Ebbas Golrû: Her kes li dinyayê dizane ku siûdî piştgirê darayîyê yê têrorîsmê û sedema bêistiqrarîyê li herêmê û cîhanê ne

Nunerê Îranê li Civata Giştî ya NY wekî berteka li hemberî gotinên pûç ên vê dawîyê yên Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê yên derbarê Komara Islamî ya Îranê de got ku her kes li dinyayê dizane ku siûdî piştgirê darayîyê yê têrorîsmê û sedema bêistiqrarîyê li herêmê û cîhanê ne.

Ebbas Golrû di 73`yemîn civîna Civata giştî ya NY de bi gotina vîya ku Erebistan ne bi dîplomasîya fikir û mentiqê belkî bi dîplomasîya dirêv kar dike, ragihand ku siûdî li her dera ku berjewendîyên xwe yên narewa li ber metirsîyê bibînin, wê derê bi dolaran û alîkarîya bo têrorîsmê bêistiqrar dikin.

Nunerê Îranê yê li Civata Giştî ya NY ji Erebistan xwest ku desta ji piştgirîya ji têrorîsmê û herwiha hilêxistina buxtanên pûç li dijî welatên din bikişîne.

Ebbas Golrû herwiha got ku Îran cînarekî dilpak ji bo wan welatan e ku li peywendîyên xwe dilpak bin.

Wî herwiha pêgirî kir ku derîyên Îranê ji bo gotûbêjê hertim vekirî ne.

Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê di civîna Civata Giştî ya NY de hevdeng digel Donald Trump serokomarê Amerîkayê û Bênyamîn Natanyahû serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst, Komara Islamî ya Îranê bi piştgirîya ji têrorîsmê tawanbar kir û idia kir ku Îran devera Rojhilata Navînê aloz û bêistiqrar dike.

Başa dön tuşu